Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
7 Sibata 2015
Hevbendiya Niştimanî şermezarkirina xwe ji hemû operasyonên rijêma Esed di armanckirina deverên niştecîkirî , dibistan , xistexane û çi deverên sivîlan nû dike, her weha armanckirina deverên sivîlan karekî şermezarkirî ye eger bi destê kê be. Û em bi xurtî tekeziya pabendiya xwe bi rêkeftinên navdewletî yên di vê derbarê de dikin. Û em destnîşan dikin ku devrên rewa ji armanckirina Artêşa azad re tenê ew bûn û dê bimînin baregehên leşkerî û navendên serpereştiya rijêmê yên tenê ew jêderên terorê û wêraniyê ne, û pêşindeya me ewbû û dê bimîne parastina sivîlan li her derê.
Çendîn caran Hevbendiya Niştimanî û serpiştiya wê û serkirdayetiy erkanên Artêşa Azad pabendiya xwe ya temam bi peymanên navdewletî tekez kirine, û şermezarkirina her binpêkirina ji belgenameya Jinêvê re, û tevahiya Yasa û peymanên dabînkirina mafên mirov û sizakirina pinpêkerên wan, û em tekeziyê li ser pêwîstiya dûrxistina sivîlan ji milmilaneyên leşkerî dikin û parastina jiyan û aramî û saxlemiya wan, bikin pêşindeya herî sereke.