Rojbiroj rewşa penaberên Kobanê yên tev otombêl û ajelên xwe li ser sînorê Turkiyê dimînin xerabtir dibe, li gor Ehmed Hemo ku ew jî penaberek li ser sînorê li nêzî gundê Kîkan li rojhilatî bajêr ji malpera me re got.
Ji hêleke din ve Hemo da zanîn ku, rêveberya bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê ve li Kobanê rê nade penaberên li ser sînor ku vegerin gundên xwe tevlî penaber vegerê dixwazin û got: “mixabin, rêveberya PYDê li Kobanê riya vegerê nade me”
Tê zanî ku çendîn caran penaberên li sînorê di nav turkey û kobanê de rastî êrîş û topên ji hêla DAIŞê ve hatine.
Jêder : Hevbendî