Rêjîma Esed bombebarana xwe li ser taxên Niştecihan li hemû Herêmên Sûriyê berdewam dike. Îro sibehê bajarê Dûma li Gundewarê Şamê bi Mûşekên Valahî û guleyên Hawinê amanc kir, di encamê de çend pakrewan û bi dehan birîndar ketin. Û bajarê Babê li Gundewarê Helebê û Inxil li Gundewarê Der´a jî bombebaran kirin.
Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî “hemû operasiyonên Rêjîma Esed yên ko Herêmên Niştecihan û Dibistan û Nexweşxane û her cihên sivîl lê dijîn ko têne bombebarankirin pirotesto kirin.”
Herwiha Salim Elmislit tekez kir ko “amanckirina cihên sivîlan ji kîjan aliyî be protestokirî ye” herwiha da xuyakirin ko “Em bi Peymanên Navdewletî yên bi mijarê ve girêdayî pabend in.” destnîşan kir: “Amancên rewa ji lêdana Artêşa Azad re berê û nuha jî Baregehên leşkerî û navendên Serpereştiyê yên em wan jêderên tiroristiyê dibînin, û parastina sivîlan li herderê pêşindeya karê me ye.”
Elmislit destnîşan kir ko Hevbendiya Niştimanî û Serpereştiya Erkan ya Artêşa Sûrî ya Azad “bi hemû Peymanên Navdewletî pabend e.” bal kêşand ser” şermezarkirina hemû binpêkirinên peymana Cinêvê û yasa û peymanên parastina mafên mirovan û sizakirina çi aliyê ko pabendiyê bi wan nake” tekez kir li ser”giringiya dûrkirina sivîlan ji hemû nakokî û şeran û parastina jiyan û saxlemiya wan.”
Jêder: Hevbendî