Daxuyaniyek Rojnamegerî
Hişam Merwe
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûrî
17 Çileyê Paşîn 2015
Ji min re giring e, ku ez destpêkê bi awayekî zelal diyar bikim ku serokên cîhanê ê îroj bo şermezarkirina encamên tirorê civiyane, ji hemû demê bêtir ji wan tê xwestin sedemên rasteqîn yên tirorê çareser bikin û ji jêdera sereke xelas bibin ku ew jî rejîma Esed e a ku ne tenê li ser dirêjiya 4 salan kuştar derheqê millet de pêk anîn, lê belê tiror çêkir û komên tirorist xwedî kirin bo li şoreşê û doza wê bizîvire, û wê mîna tevgerke tirorist diyar bike.
Rejîma Esed bi karanîna hesin û agir bo vemirandina şoreşê bi tenê qayil nebû, di heman dema ku taxan topebaran dike, dorpêçkirinek teng li gelek deverên ku bi sedê hezaran ji milletê Sûrî bi cih dikin pêk tîne, û nahêle alîkariyên hawarçûnê bighêjin wan, ew jî bo berdewamiya siyseta sizakirina giştî ji xelkên sivîl li deverên şoreş lê vêxistî ye. Birçîkirin û û dorpêçkirina li kampa Yermûk, Xûta Şamê, taxa We`ir, û deverên dî yên dorpêçkirî, tawanên Cengî, û qirkirineke giştî û hêdî ye dijî sivîlên wan deveran.
Berdewamiya dorpêçkirina sivîlan û birçîkirina wan karekî bi dijwarî şermezarkirî ye, û divê li gor biryarên Encumena Ewlehîyê nemre 2139 – 2165 zû werin çareserkirin, Encumen binpêkirinên berfireh ku rejîma Esed dijî mafê mirovan û yasaya mirovhî û navdewletî bikar anî bi dijwarî şermezar dik, û doza vekirina dorpêçkirinê ji ser hemû deverên li Sûrî dorpêçkirî ne, û derbaskirina alîkariyên mirovahî di deriyên sînorî re bê erêkirina rejîmê dike.
Rewşên dijwar ku rejîma Esed li ser bisedên hezaran li Xûta Şamê a Rojhilat, Taxa We`ir li Humsê, Kampa Yermûk li Başûrê paytextê, û koçber û penaberên Sûrî di kampan de di bin vê serma giran û bahoza berfî û kêmbûna bûjenên xwarin û nojdarî de ferz dike, pirsiyariyê datîne ser milê cîhanê bo bi karesata miletê me re û pirsgirêka wî ya siyasî, mirovahî, û exlaqî re aktîv bin. Pir ciyawazî ye ku gelek alî hebin piştgiriya tirorê dikin û li rex rêxistinên tirorist radiwestin, û di heman demê de tu kes tune be li rex xweragiriya milletê me û daxwaza wî di azadiyê, rûmetê, û dimuqratiyê de raweste.