Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî êrîşa teroristî yaku bi mûşekan Firokxaneya Hewlêrê û hin taxên nişteciyan li Herêma Kurdistanê şeva bûrî armanc kiriye şermezar dike.
Hevbendiya Niştimanî li kêlek gelê Îraqê di rûbirûbûna terorê de radiweste, û tekez dike ku ew çi hewilên milmilaneya herêmî an navdewletî li ser hesabê îraqiyan be ret dike.
Hat aşkerekirin ku rewşa bêserûberî û wêrankirinê yaku ji deh salan de dever derdeseriya wê dikşîne, ji encama siyaseta rijêma Îranî û milîsên teroristî yên xwedî ramanên tarî û pirojeya firehbûnê ye, û bi ser de rijêmên ku rijid in li ser astengkirina rêya guhartinê û berdewamiya wan di bijardeya kîn û serkutkirinê de.
Ji tevaya hêzên ku ji bo azadî û aştî û aramiyê li deverê dixebitin, tê xwestin ku dijî rijêmên sitemkar û tewanbar û rêxistinên ku dixwazin deverê di warê civakî û siyasî û leşkerî de wêran bikin yekrêz bin, û divê li gel hev ji bo berjewendiya gelên deverê û azadî û aramî û ewlehiya wan kar bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
16 sibat 2021