Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf tekez kir ku siyaseta Hevbendiyê ava dibe li ser piransîpê bêalîbûnê û destnewerdana di karubarên navxweyî yên dewletan de, û li ser çareserkirina sercem pirsgirêk û nakokiyan bi giyanekî birayetî bi rêka diyaogekeke niştimanî di navbera hemû aliyan de.
Sêf derbarê belavbûna nûçeyekê li ser piştgiriya Hevbendiyê ji rêfrandoma Herêma Kurdistanê re, got ku Hevbendî derbarê vê yekê hîç helwest nestandiye, ji ber ku ev pirs girêdayî xelkê Îraqê ye, û helwesta me rêzgirtina li vîna wan e.
Hêjayê gotinê ye ku tora “Basnews” li ser zarê Ebdubasit Hemo cîgirê serokê Hevbendiyê gotibû ku Hevbendî dijberiya rêfrandoma kurdistanê nake.
Sêf diyar kir ku karê Hevbendiyê ji bo rizgarkirina Sûriyê ye ji rijêma stemkar û tawankar, û ji bo parastina gel û xaka wê ye û avakirina dewleta yasa û dadperwerî û yeksaniyê bo hemû pêkhateyên xelkê Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
20 êlûn 2017