Encûmena Niştimanî ya Kurd duhî di daxuyaniyekê de ragihand ku ew pabend nîne bi helbijartinên çavrêkirî li 22’ê êlûnê ji aliyê PYD ve bêne pêkanîn, û hevdem daxwaza baykotkirina wan helbijartinan ji gelê kurd li Sûriyê kir, û dît ku ev helbijartin ziyanê digehîne xebata gelê kurd û tevgera wî ya siyasî ya bi dirêjahiya salan berdewam e.
ENKSê diyar kir ku sûrbûna PYD li ser encamdana helbijartinên takalî di vê demê bi xwe de, dibe dijberiyek aşkere ji hez û vîna gelê meyê Kurd li kurdistana Sûriyê re, û ev kar hewleke xuya ji aliyê PYDê ve ye ji bo guhertina raya giştî ji giştpirsiyê, nemaze ku miletê kurd piştgiriya xwe ji rêfrandomê re nîşan da bi rêka lidarxistina çendîn ahengên cemawerî yên mezin û berferh bi vê helkeftê.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser ku gelê kurd rastî fişar û gefxwarinên berovajî mafên mirov dibe ji aliyê “PYD” ve, bi rêka neçarkirina wan li ser dengdanê bi gefxwarinê û bikaranîna kiryarên tirsandin û neçarkirina xelkê bo bi kotekî biçin li ser sindoqên wan.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê