Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî sersaxiyên germ bo Saziya Desteya Hawarçûnê ya Mirovahî bi boneya şehîdbûna Amir Elfîn yê di kiryareke teroristî de otombêla wî li bajarê Babê li gundewarê Helebê hatiye armanckirin pêşkêş dike, û ji xwedayê mezin lava dike ku dilovaniyê lê bike, û hedan û sekn û aramiyê bide xwedî û hevalên pakrewan.
Armanckirina Rêvebirê Ofîsa Saziyeke Mirovahî yê ku kar li ser dabînkirina ewlehiya xwarinê û rêyên jiyanê dikir bi awayekî yekser tawaneke kirêt e, û yên bi cî anîne bizava nemana ewlehî û aramiyê li deverê dikin.
Hevbendiya Niştimanî rola tavaya karmendên di warê mirovahî de derbarê kedên wan bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî ji gelê Sûriyê re li ser hemî astan bilind dinirxîne, dilovanî li giyanê pakrewan be û sersaxî ji malbat û hevalên rehmetî re.
Em yê xweda ne û emê lê vegerin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
15 hezîran 2022