Daxwiyaniyeke Sersaxiyê
Bi navê gelê Sûriyê, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, sersaxiya gelê Tirkiyê yê bira û malbatên leheng û şehîdên artêşa Tirkiyê yên doh li gundewarê Idlibê ji encama êrîşa kirêt ya rijêma Esed a tewankar û sopnserên wê yê rûsî jiyana xwe jidest dane dike.
Herdû artêş, Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Artêşa Tirkî, dijî heman dijminî şer dikin, ji bo parastina Sûriya û Tirkiyê û gelên wan.
Rijêma Esed bûye metirsiyek ji Tirkiyê û tevaya deverê re, bi heman asta metirsiya wê ji Sûriyê re, û vê rijêma tirsonek dê ev tewankariya xwe ya doh pêk neanîba; eger Rûsiya destûr nedabayê û pişta wê negirtiba, Rûsiya ku binpêkirina soz û peymanan bûye rewişta wê, û ti rê ji bilî bikaranîna hêzê; ji rawestandina tewanên rijêmê re tune ye.
Em daxwazê ji cîhana azad bi tevaya dewlet û saziyên wê ve tevlî hevpeymana NATO dikin, ku devereke dijfirînê li bakurê Sûriyê ava bikin, û li kêleka Artêşa Niştimanî ya Sûrî û artêşa Tirkiyê rawestin, û pitgiriyeke rastyeqîn bidin wan, da karibin rijandina xwîna sivîlan rawestînin, û penaber vegerin malên xwe, û aştî li deverê peyda bibe, û dever dûrî sînaryoyên ku heye bobelatan bînin bibe.
Xwîna şehîdên artêşa Tirkiyê yên leheng, xwîna me ye, şîna wan ya me ye, û ew xwîn bi erzanî nayê berdan.
Dilovaniya Xweda û şikodarî ji artêşa Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûrî re, û ji tevaya kesên piştgiriya şerê dijî stemkariyê û stemkaran dikin, û ji tevaya şehîdên şoreşa azadî û rûmetê re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
28 sibat 2020