Bizava derbideriyê ji deverên ku hêzên Rûsiya û rêjîmê armanc dikin berdewam e, û raporên meydanî, duh pêncşembê, derbiderbûna bêtir ji 1600 malbatî di 24 katijmêran de ji Cisir Elşixor û gundewarê Hemayê tomar kirin.
Û Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, duh pêncşembê, daxwiyaniyek belavkir, tê de tevgera derbideriya berdewm li deverên gundewrên Idlibê û Cisir Elşixor û rojavayê hemayê diyar kir, û got ku bisedan malbatên derbider bûne, berve deverên hêmin yên bakurê rojavayê Sûriyê dirin.
Û Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê eşkere kir, ku zêdetir ji 1611 malbatî di 24 katijmêrên borî de derbider bûne, û got ku jimara derbideran ji heyva çirya paşîn 2019 û ta 27 sibata 2020an bilind bûye, û gihîştiye 1.018.529 kesan, anku 178.689 malbatî.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê daxwaz ji rêxistin û desteyên mirovahî kirin, ji bo kar û liva lezgîn bo dabînkirina bersivdanên mirovahî û zêdekirina çalakkirina pirosesan li deverê bikin, piştî derbiderbûna bi hezaran ji deverên gundewarên Idlib û rojavayê Hemayê û Cisir Elşixorê berve deverên aram.
Tê zanîn ku gundewarên Idlibê yên başûr û rojhilat, û yên başûr û rojavayê Helebê, rastî êrîşên leşkerî ji aliyê hêzên rêjîmê û milîsên Iranî bi piştevaniya Rûsîya tên, û hêzên dijminkar çekên corbecor bikar tînin, lewra ew êrîş bûn sedema kuştin û birîndarkirina bisedan ji sivîlan û derbiderbûna bisedhezaran ji wan.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî