Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî rol û fidakarî û karên ku qehremanên Berevaniya Sivîl a Sûrê dike, tevlî dijwariya karê wan û astengiyên ku dikevin riya wan de ku di xebata xwe ya salên bûrî de gelek ji wan şehîd ketine û birîndar bûne, bilind dinirxîne.
Û dawîtirîn pakrewanê Berevaniya Sivîl, Ehmed Elwakî yê qehreman bû, dilovaniya xwedê lê be, yê bû qurbaniyê êrîşa teroristî ya Rûsî ya dohî, ya ku Terhîn a gundewarê Helebê armanc kiribû, dema ji encama teqîna depoya sotemeniyê jiyana xwe ji dest da, ku hewil dida agirên bombebarana bi mûşekan ya rûsî li ser palavgehên petrolê yên destçêker li gundê terhîn vemirîne.
Berevaniya Sivîl a Sûrî, bi Kumên xwe yên Spî, nimûneyek ji saziyên sûrî yên serkeftî re ye, û mînakek cihê jêhînbûnê ye ji karê dezgehî yê fedakarî re di ber presipan de, ji bo welat û azadî û rûmet û dadwerî û mirovahiyê.
Em bi navê gelê Sûriyê, bilindnirxandina vê saziyê nû dikin, wek rêzgirtinê ji vê saziya pêşemg û tevaya karmendên wê re, ji ber tiştên ku ji gelê sûriyê re di têkoşîna wî ya dirêj de dijî stemkarî û tewankarî û dagîrkeriyê pêşkêş kiriye, û em hêvîdar in ku em karibin vê tonela tarî derbas bikin, û em bigihêjin qonaxa avakirin û geşepêdanê, û sûdewergirtina ji zend û bendên Kumsipiyan û tevaya dezgehên gel û tevaya gelê Sûriyê di vî erkê dîrokî û çarenûsî de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
06 adar 2021