Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dît ku bombebarana Rûsî a bi mûşekan yaku dergehê Elhemran li Cerablis û gundê Terhîn yê gundewarê bakirê Helebê armanc kiriye, gurkirineke metirsîdar e, û terora dewletê ye, ji aliyê dagîkerê Rûsî ve, û Hevbendiyê di daxwiyaniyeke rojnemevanî de îro got ku ew êrîş tewaneke nû ye û armanc jê ew e, seqaya gurkirin û kuştin û bombebaran û tewanê berdewam bike.
Û êrîşa Rûsî yaku bi sê mûşekan bû, tê gumankirin ku ji keşteyên Rûsî yên li Derya Sipî ne derketine, û hin ji mûşekan cebilxaneyên goşeyî di wan de hebûn, û ew êrîş bû sedema şehîdketina çar kesan, di nav de leheng Ehmed Ewakî, yek ji xwebexşên Berevana Sivîl e, û ew di dema vemrandina agiran de şehîd ket, û bikêmanî 27 kes jî birîndar bûn, û derdor hate rûxand û agir li gundê Terhîn bi depoyên sotemeniyê ket.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekez kir ku ti behane ji tewanên ku Rûsiya didomîne re tune ye, û tenê terorîstiyê diyar dike, û daxwaza helwesteke navdewletî ya vebir kir, daku sînorek li pêşiya binpêkirin û tewanên berdewam were danîn, û bihêle Rûsiya rêzê li pabendiyên xwe bigire.
Û Hevbendiyê tekezî li ser mafê Artêşa Niştimanî ya Sûrî di bersivdana tewanên ji aliyê Rûsiya û rijêmê ve pêktên kir, û got ku çênabe em ji aliyekî bi tenê ve pabendiyê bi çi rêkeftin an agirbestan bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî