Daxuyaniyeke rojnamevanî
Xwepêşandanên ku li parêzgeha Siwêdayê derdikevin û li kolanê wê digerin, rasteqîneya gelekî ji sitemkariyê rizgar bûye û li dijî wê serî rakiriye diyar dike, silav ji neviyên Siltan Başa Eletreş re, silav li niştimanperwerî û tevger û xweragiriya wan re.
Lîstokên rêjîma Eseed û hevalbendên wî êdî nema li ser welatiyên me li Siwêda derbas dibin, nexasim belavkirina wî ji milîsan re, yên herdem hewil didin ku tirsê di nav welatî û nişteciyan de belav bikin, di riya dizî û revandinê û afrandina piresgirêkan di navbera malbat û lêvegran de li Siwêda.
Gel ji van xapan û desthilatdariya leşkerî û gefên ewlkarî bêzar bûye, û ji ber wê ev teqîna gelêrî ya daxwaza herfandina rêjîma sitmkar dike rûda.
Siwêda silogana “ Deraa Siwêda ta mirinê li gel te ye” bilind dike, û bi vê yekê hemû gelacî û tevliheviyên rêjîmê di navbera Çiya û Deştê de têkdibe, û Siwêdaa weke perçakî sereke ji Sûriyê tekez dike.
Ji destpêka şoreşê ve dengê Siwêda hebû, û îro dema ku xwepêşindan li kolanên Siwêda derdikevin; dengvedana wan li Şama paytext û Idlib û Deraa û gundwarê Helebê tê bihîstin.
Silaveke hizkirinê ji azadîxwaz û leheng û ciwan û gelê me re, yên li Siwêda û tevaya Sûriyê di xwepêşindanan de beşdar dibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Fermandariya Ragihandin û Pêwendiyan
8 Hizêranê 2020