Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, pesna xwepêşananên li bajarê elsiwêda û bajarên din da, û welatparizî û tevger û xweragiriya nevîyên Sultan Başa Eletreş bilind nirxandin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxweyanieke xwe de tekez kir ku xwepêşandanên li bajarê Elsiwêda derketine û di kolana re meşiyane rastiya gelê ku ji bin lepên sitemkariyê azad bûye xuya dike, yê ku li hember desaleta zordar sekiniye.
Û Hevbendiyê got ku Lîstokên rêjîma Eseed û hevalbendên wî êdî nema li ser welatiyên me li Siwêda derbas dibin, nexasim belavkirina wî ji milîsan re, yên herdem hewil didin ku tirsê di nav welatî û nişteciyan de belav bikin, di riya dizî û revandinê û afrandina piresgirêkan di navbera malbat û lêvegrên cûrbecûr re di hudir Siwêda û derve va.
Û Hevbendiyê got ku Gel ji van xapan û desthilatdariya leşkerî û gefên ewlkarî bêzar bûye, û ji ber wê ev teqîna gelêrî ya daxwaza herfandina rêjîma sitmkar dike û rizgariya Sûriyê û Sûriyan jê ta dûmahiyê rûda.
Û Hevbendiyê bal kişand ku Siwêda di riya rakirina silogana “ Deraa Siwêda ta mirinê li gel te ye” re hemû gelacî û tevliheviyên rêjîmê di navbera Çiya û Deştê de têkdibe, û tekez kir ku di riya silogana“ idlib siwêda ta mirinê bi te re ye“ anîn ziman ku Siwêda weke perçakî sereke ji Sûriyê ye.
Û Daxweyaniya Hevbendiya Niştimanî bal kişan ku ji destpêka şoreşê ve dengê Siwêda hebû, û îro dema ku xwepêşindan li kolanên Siwêda derdikevin; dengvedana wan li Şama paytext û Idlib û Deraa û gundwarê Helebê tê bihîstin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî