Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Ew tawana Sulêman Esed derheqê hemwelatiyê Sûrî Hesan Elşêx li pêş çavên zarokên wî kir, nimûneyeke ji wan tawanên rojane û berdewam rêjîma Esed hêz û mêlîşeyên hevalbendên xwe han dide ji bo pêkanîna wan di serkutkirina gelê Sûriyê de.
Em pir xemgîn bûn, û her mirovekî bi rûmet xemgîn bû, li ser dîmenên wan zarokan û li ser derdên zarokên Sûriyê û kişandina derdeseriyan li ser destê rêjîmek stemkar û gendelkar û dagîrker, ku hemû şêweyên tawankariyan bikar tîne li dijî hemû xelkên Sûriyê.
Tawana duhî li ser destê kurmamê Beşar Esed li Laziqiyê wek tawanên berê li Der’a bûn, û zarokên bêguneh bûn qurbanî, û tawana Atif Necîb kurê xaleta Esed ya berî pênc salan derheqê zarokên Der’a anî bîra me.
Em li bîra herkesî tînin ku Şoreşa Sûriyê ji bona avakirina sîstemek dadperwer ku dawiyê li stem û bedkariyê bîne destpê kir, lê li hember wê rêjîma Esed her ji destpêkê de, çek û şebîheyên xwe bikar anîn, ku ew şebîhe hevşêweyên Sulêman Esed û Atif Necîb in, ji bona mana xwe li ser kursiyê desthilatê, bê guh bide li dengê aqil û wijdana miletê azadîxwaz û herwiha li dengê tiyên pêkanîna dadperweriyê bo hemû xelkê Sûriyê.
Îro dergehên Azadiyê bo dadxwazan û her kesekî dixwaze tawanbaran siza bike vekirîn e, nemaze ew tawankarên destên wan bi xwîna sivîlan Ii Sûriyê sor bûne, herçende ku ew tawankar di çi pileyê de û bi çi navî be.
Em dengê xwe digehîn aqilmendên navçeya perava Sûriyê, da zêdetir nekevin di davên malbeta Eesd de,ji ber destên vê malbetê sor bûne bi xwîna sûriyan û milet ji hev re kirin dijmin û neyar da ji sizakirinê birevin , em dibêjin: îro dem hatiye ku hûn dest ji vê rêjîmê berdin û hûn hewl bidin sîstemek dadperwer ava bikin, ku dawiyê li stem û zordestiyê bîne, ji ber Sûriya mezin ne û ne mal û milkê çi kesekî ye.
Nexem Xadirî
Cêgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
09 Tebax 2015