Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bi ser tawanên berdewam dermafê gel û dewleta Sûriyê de, serokê rijêmê duh dîmenin xirab li şanoya sextekariyê yaku asayîşan di çend rojên bûrî de li dar xistine zêde kir.
Di dawiya dîmenên şanoyê de tawanbarê cengê Beşar Esed yekeser peyvên xirab bi sûriyan re kirin, di riya axaftinên ku çênabe ji aliyê mirovekî ji gelê gewre an ji sûriya mezin derkevin.
Tevaya aliyên navdewletî dizanin ku tiştê li Sûriyê çêbûye dijberî biryarên navdewletî ye, û bi çi awayî nûnertiya vîna gel nake.
Kurte-vîdyoyên ji sûriyê derketine pir in, û dîmenên sextekarî û lîstikên li pêşiya sendoqên asayîşan çêbûne hatin belgekirin, û pirosesa sextekariyê xwezayî ye û bê fedî ye, û li bal rijêmê wek çawa ku karekî normal be ye.
Xelkê Sûriyê li deverên rizgarkirî û yên li welatên penaberiyê, rewşa xelkê me yên dorpêçkirî li deverên di bin kontirola rijêmê de dijîn baş dizanin, ew di rewşin wek rewşa girtina di bin nîrê stemkariyê de bin, rastî zordariyê tên, em qebareya xemgînî û hêrsa di hundir dilê wan de baş dizanin, her weha ew rastî fişar û gefên yekeser û neyekser tên, hûn xelkê me ne, û lawên welatê me ne, welatê ku em ji bo wî xebata rizgariyê dikin .
Nameya me ji bo hemû dayîkan û jinebî û birîndaran û malbatên bêserûşûnan ew e: Divê hûn giringiyê nedin lîstika sexte ya rijêmê, û guh nedin sixêfên ji aliyê serokê rijêmê ve derketine, çimkê hûn ji wan sixêfan mezintir in, ji ber ku ew gotin ji aliyê dijminê vî welatî û gelê wî yê gewre ve derketine.
Lê ew dengên ku li bakur û başûr li hember hemû aliyan hatine hildan, û tekezî li ser xebat û rizgarî û guhartinê kirine, em bejna xwe li pêşiya wan diçimînin, û pesnê wan didin, û silavê li wan dikin, û em li pêşiya wan tekez dikin ku em ê di hemî tiştên pêkan de bo azadiya Sûriyê û rizgarkirina wê xebatê bdomînin, û em ê li ber xwe bidin ta em serkeftinê bi dest xwe ve bînin.
Em gelê xwe silav dikin û rêzê lê digrin, û em ji bo gel pêşeroja wî li vir in, û hemû bizavên me di riya rêzgirtina vîna vî gelî de ne, û bi saya xweda em ê ta rizgariyê berdewam bikin, cihê tawanbar û kujer û yên dijûnan dijî dîroka Sûriyê û vîn û hêviyên gel dibêjin di vî welatê gewre de tune ye, ev e Sûriya ku xelkê wê yekemîn alfebe daniye, û zanistî û pêtolvanî û şaristanî diyarî cîhanê kiriye.
Ji hemû hêzên leşkerî û sivîl û siyasî tê xwestin ku bi hev re kar bikin, û hîn bêhtir hevkarî û bizavê bo parastina gel û rêzgirtina hêviyên gel û xebata bo rizgarkirin gel bikin, gelê sûrî hêjaye ku jiyaneke gewre li gor sebir û qurbanî û xebata pêşkêş kiriye bijî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
29 gulan 2021