Daxuyaniyek Rojnamegerî
Salim El-Mislit
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûrî
30 Çilyê Paşî 2015
Bêtir ji 300 hezar sivîlî li taxên Cûra û Elqisûr li Dêra Zorê ji ber dorpêçkirina dijwar ji hêla endamên Rêxistina Dewletê ya tirorîst di rewşeke karestaî de dijîn, ji ber derbasbûn û derketina sivîlan, û debaskirina xwarin û pêdiviyên sereke qedexe ye. Herweha qutkirina hêlên peywendiyan di nav qutkirina keherebe û ava carbicar de. Ev dorpêçkirin ku di hovîtiyê xwe de mîna awayê rêjîmê ye, dikeve hefteya xwe ya çaran de, rewşa hejmarek ji deverên Sûrî ku sivîl tê de dibin qurbanî û girtiyên tirora bi rejîmê û Rêxistina Dewletê ve girêdayî ye.
Niha, piştî ku firokeyên rejîmê di xizmeta rêxistinê de man, û jê re rê vekirin, rejîma Esed û hêzên pê ve girêdayî, li ser jiyana sivîlan bi qumarê ta dilopa dawî ji xwîna wan dilîzin.
Em di Hevbendiya Niştimanî de dorpêçkirina sivîlan li hemû deveran şermezar dikin, di nav wan de jî taxa We`ir li Humsê, û Xûta Rojhilatî li Şamê, em ji Netewên Yekbûyî dixwazin ku pirsiyariya xwe hilgire, biryara nemre 2139 yekser bicî bîne, dorpêçkirinê li ser hemû deveran veke, da alîkariyên hawarçûnê bi lez derbas bikin