Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hişam Merwe, tekez kir ko Rûs ne ew aliyê ko karibe çavdêriya gotûbêja navbera Rêjîmê û Opozisyonê bike, û Çi Gotûbêja di navbera Rêjîmê û Opozisyonê eger ne ji bo cîbicîkirina biryarên Cinêvê be ew gotûbêj guman li ser heye, û mebest jê biryarên navdewletî û mafê gelê Sûriyê û Şoreşa wî têk bibe.
Merwe got: “Rûs hevalbendên Rêjîma Esed in û piştgiriya wî dikin da bi hemû awayên leşkerî û siyasî wî biparêzin, û Rûs di kuştina gelê Sûrî de beşdar in. ”
Bêtir got: “Hevbendiya Sûrî nûnera Gelê Sûriyê ye û ew e ya ko rewaya xwe ji dewletên Erebî û Herêmî wergirtiye, hîç napejirîne beşdariyê di pêşxeriyên nû de bike, yên ko biryarên navdewletî û navnetewî û biryarên Cinêv 1 yên ko çareseriyên siyasî û maf dabîn dikin têk bibin.”
Rûsya bi kongirê xwe hewl da ko evan Pêşxeriyan piştguh bike û miletê Sûrî û Şoreşa wî vegerîne ku gotûbê ji nûve destpkirine” .
Cîgirê Serokê Hevbendiyê got: “Em bazarê li ser destkeftên miletê xwe nakin, ne ji bo pêşxeriya Rûsî ne yên din jî, eger em belgeya biryarên cîbicîkirina Cinêvê nebînin.
Em bi her pêşxeriyê û çi çareseriya siyasî re ne, eger bihngeha wê biryarên Cinêv bin û Desthildariyê veguhêze û kuştinê birawestîne ”.
Jêder: Ekaz+Hevbendî