Mûzexaneya Holokostê li Waşinton wêneyên ko hovîtî û tawankariyên Rêjîma Esed ji Adara 2011an ve dermafê miletê ko doza azad û rûmeta xwe kiriye aşkere dikin belav dike.
Wêneyên Pakrewanên ko di binê zindanên Rêjîma Beşar Elesed bi êşkenceyê jiyana xwe ji dest dane hatin pêşkêşkirin, ew wêneyên di rêya wênekêşê leşkerî yê bi navê “Qeyser” yê ko ji Rêjîma Esed cuda bûye hatin derêxistin, Ew jî 55 hezar wêneyên 11 hezar Girtiyên di girtîgehên rijêmê de jiyana xwe jidest dan.
Kamîron Hadson, Birêveberê Mûzexaneyê got:”me xwest em bala xelkê bikêşin ser qebareya tundiya ko bûye û ya ko navtêdana çêkirina mirinê bi şêweyê rêbazkirî û rêkxistî dike. ”
Hadson dibêje: “Gotûbêja sereke li ser şêweyê arşîvkirin û parastina van wêneyan bû da karibin alîkariya me di anîna Esed de bo dadgehê bikin, bi gunehê pêkanîna tewanên cengê .”
Hadson bêtir got: “Ev wêne qebareya nizmatiya Rêjîma Esed dide xuyakirin, ku Bermîlên teqîner û Çekên Kîmawî hindikin ji salixdana wî re.”
Hevbendiya Niştimanî Sûrî ji Civaka Navdewletî daxwaz kir ko “tawankariyên Esed û Nandozên wî di dermafê Girtiyên Sûrî de rawestîne. ” Hevbendiyê di daxuyaniyeke berê de anîbû ziman“nerabûna Civaka Navdewletî bi gavên lezgîn ji bo sizakirina Esed û dezgehên ewlekariya wî ew beşdarbûn di heman tawankariyan de ye, û arzankirina jiyana mirovan e, û ev kar nayê pejirandin.”
Jêder: Hevbendî+Acans