40 hezar şagirtên Kobanî ji xwendina xwe dûr ketin ji destpêka êrîşên DAIŞê li ser bajêr,
Li gorî ku Mehmûd Hecî endamê xwecihiya ENKSê li Kobanê ji me re da xuyakirin.
Hecî diyar kir ku “şagirtên kobanê bi malbatên xwe re koçberî Turkiyê bûne, û ta niha ew bêxwendin in, tenê hejmareke kêm ji wan şagirtan tevlî dibistanên ku Hevpeymaniya Niştimanî Ya Sûrî li hin bajarên Turkiyê vekirine bûne.
Li ser rewşa ewlehî li Kobanê, Hecî tekez kir ku hîn şer bi temamî bi dawî nehatiye û welatî hêjî nikarin vegerin, lewma pir giring e ku dibistanin nû bêne vekirin.
Her wiha Mehmûd Hecî di riya malpera me re bang li rêxistnên navnetewî kir, daku çareyekê ji 40 hezar zarokî re bibînib, da ku rê li pêşiya çêbûna nifşekî nexwenda bigirin.
Jêder: Hevbendî