Artêşa Azad li “Cebel Erbe´în” li gundewarê Idlibê bi hêzên Rijêma Esed re ket şer de, di encamê de hejmarek ji endamên rijêmê kuştî û birîndar ketin, her weha artêşa azad tangek hêzên Esed li ser pira Kefrenc û erebeyek li ser rêya di nav leşkergeha Elmestome û bajarê Erîhayê armanc kirin , di encamê de hejmarek ji endamên rijêma Esed hatin kuştin.
Û Artêşa Azad dest danî ser avahiyên (Elberadat) yên ku hêzên rijêmê lê bi cih dibin li nêzî rêbenda Elşamî li Erîhayê piştî teqandina ( Elqesir Elesfer), û şer û pevçûn li nêzî rêbendê çêbûn di encamê de serperiştê oda operasyonên hêzên esed li erîhayê hat kuştin.
Û Artêşa Azad bi mûşekên (Xirad û Fîl) û avêjtokên Hawinê û topên Cehenem baregehên rijêmê li bajarê Erîhayê û leşkergehên Elmestoma û Elqermîd armanc kirin.
Jêder: Hevbendî û Smart