Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Ezmûneya Civaka Navdewletî di şerê tiroristiyê û tunekirina wê de ji gava Hevpeymana Navdewletî hate damezirandin diyar dike ko Têkbirina Tiroristiyê ji kok ve nabe, eger Desteye Desthilatdariya Veguhêz ya ko li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî lihev kirine neyê damezirandin, da serpereştiya Sûriyan bike û amancên wan di azadî, rûmet û dadiyê de misoger bike.
Damezirandina Desteya Desthilatdariya veguhêz gava herî giring e, ji bo têkbirina hemû projeyên Esed û rawestandina kirdeyên wî yên tirorist yên rêbazkirî ko di 48 demjimarên buhirî de bêtir ji 70 kesî li Gundewarê Idlib û Humis û herêmine din bi bermîlên teqîner şeîdî ketine.
Rêjîma Esed amadekriyine nû dike da herêmine din bide destê Rêkxistina dewletê ji bo hêzên xwe vekêşîne û Navendên xwe yên ewlekariyê yên sereke bihêz bike.
Evê yekê jî hişyariyên Hevbendiyê tekez kirine, dema ko got hevrêzî di navbera hêzên Esed û Rêkxistina dewletê de heye bê ko tu helwest ji Hevpeymana navdewletî derkeve, ev jî gumanan pir çê dike û bi taybetî ew radestkirin tê digel êrîşên firokên Esed ko rê li ber Rêkxistina dewletê vedikin û hêzên Esed ji têkçûnê diparêzin, piştî Şoreşgeran derbin mezin li wan dan.
Gerek civaka navdewletî biryarên peymana cinêv cîbicî bikin û lezê di damezirandina Desteya Desthilatdariya Veguhêz de bikin.
Hişam Merwa
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
08.06.2015