Şanderê Navdewletî Bo Netewên Yekbûyî li Sûryayê Stîvan Dî Mîstora di civîna xwe de bi hevrikên Sûrî re li Cinêvê ji Beşarê Esed xwest ku dest ji desthilatiyê berde, da rê li pêş çareyên siyasî li Sûryayê veke, û ji Waşinton xwest ku zexteke leşkerî bo vê yekê bike.
Dî Mîstora dît zexta leşkerî ku li ser erdê tê xwestin ne di riya Netewên Yekbûyî re tê, lê di riya Amerîka re tê, ku jê tê xwestin bêyî Encumena Ewlehiyê bibe, ji ber ew di riya hindek dewlet re keleman dixe pêş operasyona siyasî .
Endamên Desteya Siasyî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de bi Dî Mîstora û tîma wî a taybet re pêncşemba bûrî li Istenblê civiyabûn, herdu aliyan operasyona pêkanîna daxuyaniya Cinêvê gotubêj kiribûn, hevbendiyê nerîna xwe derbarê pêkanîna desteya fermandariya veguhêz bi desthilatiyên tekûz pêşkêş kiribû.
Herweha Endamê Detsya Siyasî kurtenasînek li ser nerîna Hevbendiyê a pêşerojê bo pêkanîna daxuyaniya Cinêv û belgeya nerînên sereke bo serastkirina siyasî li Sûryayê ku bi hejmarek ji yekîneyên leşkerî û siyasî lihevhatibû kirin pêşkêş kir.
Seokê Hevbendiyê Xalid Xoce kêfxweşiya xwe bi daxuyaniya rojnamegerî a şanderê navdewletî derbarê şermezarkirina bikaranîna rejîma Esed ji bermîlên teqîner li Helebê anîbû ziman.
Xoce tekez kir ku çi nêzîkbûn rêxistina Daiş ya tirorist bê rejîma Esed û rêxistinên tirorist ên piştgiriya wî dikin armanc dike nêzîkbûneke şaş û bê sûde ye.
Herweha Xoce li ser çêkirina deverên aram li Sûryayê tekez kir, ku alîkariyê di pêkanîna daxuyaniya Cinêvê de di riy rawestana kuştinê, bihêzkirina fermandariya sivîl, misogerkirina alîkariyên mirovahî, vegera penaberan, û şerê tundrewyî tekez kir.
Jêder: Hevbendî – Ajans