Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî tawana îro ya dagîrkariya Rûsiya li bakurê Sûriyê, û armanckirina nexweşxaneya pizîşkên bêsînor ya li ser riya navdewletî li Me’eret Elnu’iman li gundewarê Idlibê şermezar dike.
Têzanîn ku nexweşxane bi awayekî berdewam û rasterast û rastî êrîşên esmanî hat û ligorî amareyan 4 sivîl şehîd ketin.
Tawana îro ne yekemîn tawana Rûsiya ya pê dide xuyakirin ku firokên Rûsiya bêhtir taxên bajaran û navendên saxlemiyê û xwendingehan armanc dike, û herwiha xuya ye ku ev tawan wê ne ya dawiyê be jî, hevdem digel bêdengiya civaka navdewletî li hember binpêkirinên Rûsiya û rêjîma Esed û mîlîşên hevalbendên Esed.
Em di Hevbendiya Niştimanî de di dema ku berpirsyaretiya van tawanan têxin di stûyê Mosko de; hevdem em hişyariyê didin ku bêdengiya civaka navdewletî wê bibe fakter bo berdewamiya reftarên Rûsiya, û wê bibe hander ku rêjîma Esed asta bobelatan dijwartir bike, ku wê netenê bandorên nerênî li ser piroseya siyasî bitenê bike, lê herwiha wê bibe hokarê zêdebûna terorê ya ku Rûsiya perdeyek berfereh di tevaya Sûriyê de jêre peyda dike.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji “Tîma kar” ya li gor rêkeftina Miyonix hatî damezrandin dike, ku bilez li tawanên Rûsiya yên di derheqê sivîlan de tameşe bike, bi awayekî ku ev tawan dibin gef li ser pêkanîba derfetên peydakirina her pêgavên pêşketina pêvajoya aştiya siyasî, hevdem tekez dike ku nediyarkirina helwesteke cidî ji aliyê civaka navdewletî li hember van binpêkirinên Rûsiya dibe beşdarî ji aliyê Rûsiya de di beravêtîkirina rêkeftina Miyonixê.
Berdewamiya Rûsiya li ser tawanên dijî sivîlên Sûriyê, nemaze piştî biryara encûmena ewlekariyê ya 2254 û rêkeftina Miyonixê; derfetên vegerandina bawerî û hêviyên miletê Sûriyê bi civaka navdewletî lawaz dike, ku bikaribe dîtinek siyasî ya rasteqîn bibîne ku dawiyê li derdeserî û bobilatên berdewam yên bi dirêjahiya pênc salên temam bîne.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
16 Reşemeha 2016