Daxuyakirineke Rojnamevanî
Xalid Elsalih
Serokê Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
10.10.2014
Em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de dilxweş in bi axaftina Wezîrê Kar û Gerantiya Civakî yê Tirkî “Farûq Cilîk” Roja Çarşembê, ko desthilata Tirkî dê nasnameyeke pênasînê ji bo Penaberên Sûrî bide da ko bi wê karibin li Tirkiyê kar bikin.
Hevbendiya Niştimanî evan kirdeyên ko desthilata Tirkiyê di derbarê Penaberan û yên ko li ser xaka wê niştecih bûne bi rênî salix dide, herweha helwestên Desthilata Tirkiyê ji bo piştgiriya kêşeya Sûriyê û Şoreşa milet ya daxwaza azadî û dad û rûmetê dike bilind dinirxîne.