Mihemed Qedah cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî, derbarê komelkujiya îro ya hêzên Esed li Elhara pêkanî, got ku ew “tolvedana bêhêvîbûnê ye ji vegera dagîrkeriyê careke din”. û hişyarî da li ser pêkanîna “kuştarên din eger Civaka Navdewletî û hêzên hevpeymaniyê di erkên xwe yên parastina Sivîlan de derengiyê bikin”. Ku îro firokên Esed êrîş birin li ser bajarê Elhara û bermîlên teqîner avêtin li ser taxa bakurê rojhilatê bajêr bi mûşekên zemîn- zemîn, û di encamê de 18 sivîl heta niha bûne qurbanî û bidehan kes birîndar bûne, ku ev kuştar hat piştî çend rojan ji kontrolkirina artêşa Azad ji “Til Elhera” yê stratîjî re, û hevbendiyê pesanê wê serkeftinê da û bi ” guhertinek dîrokî da nasîn û bi destpêka guhertineka rasteqîne ji dîmenê nîgarkêşiya şoreşa gelêrî li ser qadê li qelem da”. û Qedah ji hêzên navnetewî xwest ku ” bi erkê xwe bo parastina sivîlan ji terora Esed rabin, bi riya sepandina bilez ya qedexekirina asmanî, ji bo rê bête girtin li ber Firokên Esed û sînorek ji avêtina bermîlên mirinê û ji komelkujiyên Esed re dermafê Sûriyan bête danîn “. û di dawiya daxuyaniya xwe de bang li “kadroyên pizêşkî yên nêzîkî bajêr kir ku bi hawara birîndaran ve biçin û hin xalên pizêşkî yên nû vekin bo çareserkirina birîndaran”. Hêjaye ku duhî Nesir Elherîrî sekertêrê Hevbendiya niştimanî daxuyaniyek da û têde gotibû ku:” daxwaza Sûriyan ne bi tenê avakirina navçeyeka parastî ye, lê daxwaza wan ew e ku êrîşên asmanî jî bêne qedexekirin, ku firokên Esed rojane bidehên welatiyên Sûriyê dikujin, û avakirina navçeyeka parastî bitenê pilaneke çareseriyeke lezgîn e bo parastina welatiyan ji bermîlên teqîner û firokên Esed, lê qedexekirina asmanî ew ya giring e û pilaneke parastinê ye bo rawestandina koçberiya welatiyan ji navçeyên wan yên ku rojane rastî êrîşên firok û bermîlên Esed tên”, û Elherîrî da xuyakirin ku:” herdu babet- Navçeya parastî û qedexekirina asmanî- du manşêtên serekî ne bo qonaxa hewla rûxandina rêjîma Esed û avakirina dewleta dad û yasayê “.
Jêder: Hevbendî