Yekemîn car e ku karê rûniştinên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî bi awayekî zindî tê guhestin. Tê de endamên wê di du rojan de hejmarek ji mijaran gotûbêj kirin, ji wan: Dosya Hikûmeta Demkî, Hevalbendiya Navdewletî dijî rêxistina” Daiş” ya tirorist û helwest jê.
Razgirê Desteya Siyasî Ya Hevbendiyê Nezîr Elhekîm dît ku: ” Şerê me yê sreke dijî rejîma Esed e, û şerê ” Daiş” jî beşek jê ye “. di heman mijarê de Ebdilbasit Seyda li ser rejîma Esed weha got: ” Ew di belavkirina komên tirorîst de pispor e, û ew berpirsyarê yekem e li ser tiştê ku li Sûrî dibe “.
Mistefa Elelî endamê Desteya Giştî ya Hevbendiyê ev yek tekez kir: ” Tirora sereke rejîma Esed, çeteyên Iranî, û Milîşiyên Hizbillah in, yên ku sivîlan li Xûta Şamê û deverin dî ji bajarên Sûrî dorpêç dikin”.
Endamê Hevbendiyê Mihemed Dendel pirsyar kir: ” Çi dihêle ku şoreşger baweriyê bi gava Emirîkî ji bo şerê tirorê bînin ger pêkanîna pilaneke bo piştgiriya Artêşa Azad tune be?”. Artêşa Azad li gor Cîgirê Serokê Hevbendiyê yê Berê Suhêr Eletasî, ne kêm rahênana e, lê belê ew kêmî çek û piştgiriya leşkerî ye.
Û wek bersiv li ser mercdana yekgotina di Encumena Ewlekariyê de li ser sepandina qedexeya azmanî yan devera veqetandî li sûriyayê endamê Hevbendiyê Ehmed Remedan got: ” Em ji berya 4 salan de diçin Encumena Ewlekariyê, her car jî em bi Vîto vedigerin.
Jêder: Hevbendî