Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Li ser rêbaza tirsandinê ya beloq dijî Sivîlan li herêmên niştecihkirî û Mizgeft û Dêr û Dibistanan, Tiroristiyê Êrîşên xwe birin ser Mizgeftên Nasiriyê û Dumêr li Qelemonê.
Îro piştî nîvro çend turumbêlên Teqîner piştî bidawîhatina Nimêja Înê hatin teqandin. Di encamê de bi dehan ji Sivîlan kuştî û birîndar bûne. Ji tu kesî neveşartî ye Rêjîma Esed roleke wê ya giring di damezirandina Rêkxistinên Tirorist de heye. Û her tiliyên gumanê ber bi Rêjîmê ve diçin, çimkî ev Rêjîm di çêkirin û belakiriba Tiroristiyê de berpirsê yekemîn e.
Em di Hevbendiyê de evê tawankariyê û hemû tawankariyên dermafê miletê Sûrî dibin, pirotesto dikin, digel wê jî em bangê li Civaka Navdewletî û Encûmena Asayişê dikin, da biryareke navdewletî ya tund û bikêrhatî û vebir dabîn bikin. Bi taybetî ev Tawankarî hevdem bi civîna Encûmena Asayişa Navdewletî re çê bûn, ya ko dê pabendbûna aliyan bi biryara 2139an gengeşe bikin, ya ko doza rawestandina bikaranîna Bermîlên Teqîner dike, û piştî çend rojan ji biryara Hiyûmen Wotiş Raytis ya ko bi şêweyekî yasayî tawankariyên Esed belge kirine.
Banga ku doza gemkirina tiroristiyê û rawestandina tawankariyên Esed dike. Ne ko bangeke Hevbendî ji bo Civaka Navdewletî dide, lê belê ew erkek li ser milê Netewên Yekbûyî û dezgehên wê ye , û çareseriya siyasî dê tunebe û teqîma Turumbêla û bermîlên teqîner wê ranewestin, eger helwesteke navdewletî tund û vebir li dijî Rêjîma Esed tune be.
Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Salim Elmislit
27.Sibat.2015