Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê kiryarên Rêxistina DAIŞê ji revandin û kuştin û dorpêçkirina sivîlan şermezar kir, û tevlî şermezarkirina tawanên rêjîma Esed li taxa Elwe’ir li Himusê û li bajar û bajarokên Der’a û Heleb û Şamê, herwiha daxwaza hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi awayekî aktîv bi artêşa Azad re kir, ji bona rizgarkirina xelkên Sûriyê ji stem û dagîrkeriya terorê û jinavbirina wê.
Mihemed Yihiya Mektebî Sekertêrê giştî yê Hevbendiyê diyar kir ku “raport û nûçeyên êrîşa DAIŞê li ser gundên Aşûriyan li gundewarê Hesekê bi behaneyên oldarî û revandina bidehan ji welatiyên Sûrî gelekî bitirs û nîgeranin”, û got “Em vê bûyerê bi giringî di şopênin û hemû bizavên pêwîst dê bimezêxin”.
Herwiha Mektebî daxwaza azadkirina bêmerc û bilez ji welatiyên revandî re kir, û berpirsyaretiya parastina aştî û ewlehiyê di Sûriyê de xiste li ser milê Encûmena asayîşa navdewletî.
Mektebî amaje kir ku ” piştî firokên Esed bi berdewamî xizmet didan DAIŞê û rêjîmê derfet da belavbûna wê, niha jî rêjîm bi qomarê li ser jiyana Sivîlan û jiyana hêzên xwe dilîze, heta dumahîk dilopa xwîna wan, bi armanca man û berdewamiya xwe di desthilatê de û saxbîrîkirin û nûjenkirina pirojeyê xwe yê stemkariyê”.
Di heman demê de ku niha bêhtir ji 300 hezar sivîlî di hindur herdu taxên Elcûra û Elqisûr de li Dêrazorê di bobelatekê de dijîn ji egera dorpêça rêxistina DAIŞ li ser wan, ku rê biyekcarî li pêş çûn û hatina sivîlan girtiye, û herwiha rê li pêş derbaskirina xwarin û pêdawîstiyên serekî digire, û tevlî birîna hêlên pêwendiyan û digel qutkirina berdewam ya av û elektrîkê.
Herwiha Mektebî balkişand ku ev dorpêçkirin ketiye di heyva xwe ya duyem de, ku ev dorpêç hevşane bi reftar û hovîtiya xwe digel şêwaz û reftarên rêjîma Esed, û ev nimûne li gelek navçeyên Sûriyê tête dîtin ku Sivîl di wan navçeyan de bûne giraw û qurbanî di navbera terora rêjîmê û terora DAIŞê de.
Dîsa Mektebî amaje kir, ku bi hezaran zarok û pîr û jin di Sûriyê de li jêr destê terora DAIŞê de dijîn û bendewarên ” alîkarî û hawarhatina Hevpeymaniya Navdewletî ne, wek ya serkeftina wan di rizgarkirina hindek bajarên Iraqê û herwiha bajarê Kobanê li Sûriyê”. Jêder:Hevbendî