Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
19.Çileyê Paşî.2015
Tu kes nikare rastiyekê veşêre ko dirûşma xuyanî di Şoreşa Sûriyê de dirûşma azadiyê ye, ji ber evê yekê jî em di Hevbendiyê de ji erkê xwe dibînin berevaniyê di ber evî nirxî de bikin, yê ko Xelkên Sûriyê buha û arzanên xwe dan da azadiya ko Rêjîma Esed ew jê bêpar kiribûn bidest bixînin.
Babeta ko gerek li ser biaxivim ew e ko kesekî bi ser Cebhet Elnesre ve roja Şembeya buhûrî destdirêjî li ser Nivîsgeh û Dezgehên ragihandinê yên Şoreşgerî kiribû, bi behaneyên ne di cihê xwe de xuya ne, hin kes hene hewl didin ko hestên xelkê delîve bikin ji bo çi dengê ko ne di refê wan de bigirin, ji ber evê yekê jî li dijî hin Rojnameyên Şoreşgerî rabûn û ew şewitandin û belavkirina wan kirin sûcdarî, û destdirêjî li ser nivîsgeh û karmendan wek awayê Rêjîmê kirin.
Em di Hevbendiya Niştimanî de bi Dezgehên Şoreşgerî bawer in û ew bi sincên Şoreşgerî pabend in. Em sûr in li ser azadiya wan û mafê çap û belavkirinê , eger bi pîvanên Rojnamevaniyê pabend bin.
Herweha di Hevbendiyê de em tînin bîra we ko Miletê Sûriyê di rûyê zordarî û bendkirina azadiyê de ya ko Rêjîmê ew bi salan girtibû derket, û xweragiriya milet ya çend salên bûrî çimkî pabend e bi ewan armancan, tu caran tu zordariyê ji çi aliyî be napejirîne.