Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rizgarkirina serbazgeha Elmestûma – dawîtirîn serbazgehên rêjîma Esed li gundewarê Idlibê- tête dîtin, wek serkeftineka herî mezin ji ber giringiya wê ya leşkerî û stratîjîk, û herwiha dikeve di çarçoveya zincîra şikestinên rêjîmê di van çend heyvên bûrî de, di herdu parêzgehên Hema û Idlibê de.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî destxweşiyê li qehremanî û serkeftinên şoreşgeran dike û xwe li hember mêrxasiya wan ditewîne, di heman demê de dupat dike ku ev pêvajoyek sirûştî ye ji bûyeran re, nemaze di dema ku gotin û bizavên şoreşgeran dibin yek, ku helbet rêjîmek tawankar mîna rêjîma Esed wê her tiştî jidest bide , û goman di wê yekê de nîne ku wê vedenga van serkeftinan li tevaya welêt deng vede.
Vîna şoreşgeran berdewam e bo sepandina xwe, û ketwarekî siyasî yê nû dupat dike, ku rizgarkirina Sûriyê nêzîk bûye û ketiye rojevê, ketwarek; bawariyê divejîne di navbera hêzên şoreşê yên bervaniya sivîlan dikin, û pabend in bi sinc û piransîpên şoreşê, û rêzgirtinê ji soz û belgenameyên navdewletî re digirin, û bizavan dikin bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê û li ser hevkok bûne.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
20 gulan 2015