Hevbendiya Niştimanî destxweşiyê li mêrxasî û serkeftinên şoreşgeran kir di rizgarkirina serbazgeha Elmestûma de û tevaya bajorekê navhatî û derdora wî li gundewarê Idlibê, û berdevkê Hevbendiyê Salim Elmislit got ku :” Rizgarkirina serbazgeha Elmestûma – dawîtirîn serbazgehên rêjîma Esed li gundewarê Idlibê- tête dîtin, wek serkeftineka herî mezin ji ber giringiya wê ya leşkerî û stratîjîk, û herwiha dikeve di çarçoveya zincîra şikestinên rêjîmê di van çend heyvên bûrî de, di herdu parêzgehên Hema û Idlibê de”.
Herwiha Elmislit destxweşî li yekgirtina bizavên şoreşgeran kir û tekezî li ser serkeftina wan kir ku serkeftin wê demê ” pêvajoyek sirûştî ye ji bûyeran re”, û got ku ” wê vedenga van serkeftinan li tevaya welêt deng vede”.
Herwiha Elmislit di daxuyaniya xwe de got ku :” Vîna şoreşgeran berdewam e bo sepandina xwe, û ketwarekî siyasî yê nû dupat dike, ku rizgarkirina Sûriyê nêzîk bûye û ketiye rojevê, ketwarek bawariyê vedijîne di navbera hêzên şoreşê yên bervaniya sivîlan dikin, û pabend in bi sinc û piransîpên şoreşê, û rêzgirtinê ji soz û belgenameyên navdewletî re digirin, û bizavan dikin bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê û li ser hevkok bûne”.
Jêder: Hevbendî