Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
13.11.2014
Rêjîma Esed tawankariyên xwe berdewam dike, sûdeyê ji mijûliya cîhanê bi lêdana cihên rêkxistina Daişa tirorist werdirire, û çekên qedexekirî bikar tîne, hewl dide ko hinek Herêmên ji bin kontrola wî derketine vegerîne.
Evê sibehê Firokên Esed Herêmên Taxa Cober li Şamê bi mûşekên xaza Kilora jehrîn amanc kirin, di encamê de li gora jêderê Navenda Bijîşkî ya li rex aniya şer, bîst kesan jiyana xwe ji dest dan, herweha Nivîsgeha ragihandinê ya taxa Cober got: doh bi şev Rêjîmê tax bi Xaza kilorê amanc kir, û bi sedema tunebûna peywendî û elektrîkê nûçe nehat belav kirin.
Xuya ye ko Hevpeymana Navdewletî ne tenê ji aliyê leşkerî ve bêçare ye ko sivîlan ji bermîlên teqîner û xazên jehrîn biparêze, lê belê Hevpeymanî bêçare ye di hilgirtina berpirsiyariyên xwe derbarî sivîlan de, tev li tawankariyên rojane di ber dîtin û bihîstina cîhanê de dibin, ev mijar bêçaretiya istiratîciya Hevpeymanê aşkere dike û giring e ev istratîcî bête guhertin û Rêjîma Esed jî amanc bikin.