Daxuyaniyeke rojnamevanî
Îro yasaya Qeyser a parastina sivîlan dikeve warê cîbicîkirinê, û dê rewşeke nû ferz bike, û astengiyên Rûsiya yên berdewam yên di riya bikaranîna mafê redkirinê Vîto re , yê ku hergav dijî tevaya pêvajoyên Navdewletî yên ji bo çareya Siyasiyê bi kar tanîn, li paş xwe bihêle.
Yasaya Qeyser bo parastina sivîlan dê nehêle rêjîm sûdê ji piştgiriya hevalbendên xwe bibîne, û ew samanên ku di cenga xwe ya dijî Sûriyan de bikar tanî, wê ji des herin, û yasa dê kar bike daku çareya leşkerî tevî pûç bike, û bihêle rewş berve pirosesa siyasî de yaku Netewên Yekbûyî birêve bibe biçe.
Bercewendiya koma çeteyan û Şaxên ewlehî û tewankarên mezin; armanca vê yasayê ne, û dê bighên her kesê piştgiriya komçeteyan di kuştinê de kirî, ger li ser asta navdewletî an dezgehî an kampaniyan an kasan be.
Û keresteyên xwarin û alîkariyên mirovahî û bijîşkî derveyî yasayê ne, daku fişarê li ser tevaya Sûriyan sivik bike.
Rêça siyasî ya danûstandinê hîn li ber desta ye, û hemû jî dizanin ku yasaya Qeyser radiweste ger rêjîm kuştin û girtin û koçberkirinê biseknîne, û ger gavin piratîk di doseya girtîyan de bavêje, ya weke derfetek rasteqîn e ji bo rizgarkirina Sûriyê, û berve çareya siyasî durust li gorî biryarên navdewletî û bi taybet 2254 bilivin, da bighînin veguheztina siyasî ya berfireh a ku vegera ewle ji penaberên Sûrî re dabîn dike, û mizgîniya nû-avakirina tiştên ku rêjîmê wêran kirine bide.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Fermandariya Ragihandin û Pêwendiyan
17 hizêranê 2020