Duh çarşemê, dadgeheke Firansî li Parîsa Paytext, hukmê 4 sal zindankirinê li Rifaat al-Esed, mamê Beşar El-Esed serokê rêjîmê birîn, piştî sûcdarkirina wî bi sipîkirina pereyan di riya kirîna erd û xaniyan re bi rengekî ne rewa li Fransayê bi mîlyonên Euroyan, bi pereyên ji dewleta Sûriyê hatine veguheztin.
Û dadgeha Fransî biryar da ku dest deynie ser tevaya malên Rifaat El-Esad li Fransa, û her weha ser yek ji malên wî yên li paytexta Birîtaniya London, yê ku nirxê wan dighe 29 milyon Euro.
Û ev biryara Firansî yaku dixwaze dest deyne ser hemû malûmlikên apê Beşar El-Esed yê berpisyar di ber komelkujiyên Hemayê di 1982an de, di dema destpêkirina cîbicîkirina yasaya qeyser de hat, yaku sizayên aborî yên tûj li ser Esed û piştgiriyên wî ji ber kiryarên wan ên hovane li Sûriyê ferz bike.
Û ji navên ku yasaya Qeyser dane ber cezayên xwe: Beşar El-Esed, Esmai El-Exres, Mahir El-Esed, Mihemed Hemşo, Gesan Bilal, Samir Dana, Buşra El- Esed, Menal El-Esed, Ehmed Sabir Hemşo, Elî Hemşo, Raniye Debas û Sumeye Hemşo bûn.
Hêjayê gotinê ye ku lêpirsînên Fransî li dijî kujerê Hemayê Rufeet El-Esed di sala 2014 an de dest pê kiribûn, û tuhmetên ewil di sala 2016 de hatibûn pêşkêşkirin, û dadvanê lêpirsînê tohmeta sipîkirina diravan û bikaranîna samanên gelemperî arasteyî wî kirine, ji bo bidestxistina milkên wî yên nirxê wan li Fransayê gihîştiye 90 milyon Euroyî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî