Welatiyên parêzgeha Hesekê bi hezaran li ber ofîsa bilêtbirînê ya balafirgeha Qamişlo rojane kom dibin, piştî birîna riyên bejê di navbera parêzgeha Hesekê û bajarên sereke li sûriyê, ji ber destdanîna rêxistina Dewleta Islamî Li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser parêzgeha Reqa û Dêrazorê.
Jêderekî ji balafirgeha Qamişlo ya navdewletî ji peyamnêrê me re diyar kir ku rojane nêzî hezar kesî li ber ofîsa bilêtbirînê kom dibin ji ber birîna riyên bejê ji hêla komên çekdar ve, û ev yek dibe qeyraneke mezin ji ber ku du balafir ji Qamişlo diçin Şamê û Laziqiyê û ew nikarin rahêjin zêdî 200 kesî.
Wî jêderî tekez kir ku di meha Tepaxê de daxwazî li ser bilêtan zêde bû ji ber ezmûnên xwndekarên zanîngihan.
Her wiha xwendekarekî nexewest navê xwe diyar bike ji peyamnêrê me re got ” tenê ezmûneke min hebû da ku ez sala pênca bi dawî bikim, lê derfet ji min re çênebû ku ez biçim zanîngehê tevî ku ez berî ezmûna xwe bi heft rojan li balefirgeha Qamişlo radizam”
Di derbarê vê kirîzê de wî xwendekarî berdewam kir û got” vê qeyranê derîyek li ber bertîlan vekiriye ji ber ku hin kursî taybetin ji berpisyarên parêzgeha Hesekê û serkirdeyên partiya Be´is û hêzên ewlekariya rêjîmê, û yên din dihatin firotin di riya bazara reş re, ta nirxê bilêtê gihaşt 50 hezar lîreyên sûrî”.
Ev kirîz ta roja îro berdewam e, û bi çi awayî çareserî jê re nehatiye dîtin,
Û Welatî bi tena xwe,bê desthilatek dilêş jiyaneke dijwar derbas dike bêyî kes lê biperse.