( Hewlêr – Hevbendî – Hîwa can) Tevî rewşa penaberiyê ya tehil ya ku penaberên sûrî li herêma kurdistanê dijîn bi sedema dûr bûna wan ji welat, û êrîşên komên çekdarên tîrorîst li ser navçeyên kurdan li Siûryê , û ji ber ku li hember wan bûyeran nikarin tiştekî bikin di hundirê welat de, hewl didin kela dilê xwe di riya xwepêşandanan û daneheva alîkariyê jibo miletê xwe sar dikin, û nexasim ji bo navçeya Kobanî ya kû bû nêzî mehekê êrîşên hêzê çekdarên tîrorist yên Daişê li ser wê dibin, tevî kû hêzên navdewletî bi balefiran wan bordûman dikin , û di encama wê êrîşê de nêzî 160 hezar kurdên Kobanî bûn penaber li Turkiyê.
Li parêzgeha Silêmaniyê girûpekekî ji penaberên kurdên sûrî bi navê (Encumena Penaberên Kurdên Sûrî Li Silêmaniyê ) di demeke kin de û bi bizava xwe ya bi karînên kêm û ragihandina kesane, barek ji alîkariyan dan hev , lê hêjayî gotinê ye ku her yekî ji xelkên parêzgeha silêmaniyê yê ku bi vî karî bihîst,xwe bi van xortanan re aktîv kir, û tiştê pê karîbû anî cihê danheva alîkariyê, yê ku li taxa ( Bexityarî ) li parêzgeha silêmaniyê bû.
Xorşîd Behrem xortek ji penaberên sûrî ye, yek ji wan kesên sereke ye yên ku ev bizav û tevger kirin ji mere got : di dema bûrî de û li gorî tiştê bi destê me ve hat me bang gihand xelkên Silêmaniyê di riya Nêt û fêsbûkê re û di riya rîklamên kû me li cihê danheva alîkariyê dalqandin, me karîbû alîkariyek baş bidin hev , û ana em li gerentiya gîhandina vî barî digerin kû bighê xelkên me yên kobanî yên li hundirê navçeya Kobanî û yên bûn penaber li Turkiyê.