Ehmed Tû’ima serokê Hikûmeta demkî û yê erkdar bi damezrandina Kabîneya nû tekez kir ku” Stratijiya Hikûmetê li ser destpêşxeriyê ne li ser bersivdanê ava dibe , û karê xwe ji bo xizmeta welatiyan di hindurê Sûriyê de terxan dike, û nabêjim ku ev Stratijiyeka nemûneyî û sertaserî û demdirêj e, lê ew bizavê ji bo pilankirina paşerojê dikin “. Herwiha Tu’ima di kongirê rojenemevanî de li roja paştir ji serketina xwe di helbijartinan de got:”ezê kar bikim bi hemû şiyanên xwe bo pêkanîna ewlehiyê, û dabînkirina qutabxaneyan û ezê kar bikim bo welatî karbin zayend û mirin û şûkirinên xwe tomar bikin, û bikarbin belgenameyên xwe yên fermî û pastportan bidest bînin, û bêserûberiya çekan bi dawî bikin, û dûbare sîstema dadweriyê ava bikin, û serpirştiya rêvberîkirina derwazên sinorî bikin û avakirina dezgehê polîsên niştimanî ji nû çê bikin . lê erkekî niştimanî bi vê mezinbûnê û bi vê bargiraniyê nayê pêkanîn bê yekbûna me tevan li pişt hikûmeta demkî. Em destê xwe bidin destê hev, ji ber ku bidestanîna welatekî dagîkirî zehmetire ji fermanrewiya welatekî aram û seqamgîr, heta radeyekê ku hin bawerin ku em nikarin erkên xwe pêk bînin, lê emê bi hevrêziya xwe bi cîhanê re tekez bikin ku hîç hêzek nikare li ber azadkirin û avakirina Sûriya yê rêgiriyê bike “
Jêder: Hevbendî