Tirkiya careka din hinartina hêzên xwe yên piyade bo rûbirûbûna Daiş li bajarê Kobanê ret kir, û tekez kir ku hêzên ji gel pêkhatî nikarin rûbirûbûna hêza Daişa xwedî çekên giran bikin, û wezîrê karubarên Ewropa yê Tirkiyê got:” herger me bivê hevpeymaniyekê ava bikin, pêwîste Amerîka û hêzên oropî têde pişkdar bibin û wê demê dibe ku hêzên ji gel pêkhatî bikar bînin”. Û di heman demê de daxwaza piştgiriya artêşa azad kir ji bo dijberiya Daişê, û êvara pênçşemê û li pêş komîteya karubarên derve ya perlemetoya ewropî got:”ku hêzên ji gel pêkhatî li hember hêzên Daiş yên pir çek wê rastî astengiyan bibin”. û wezîrê navborî Volkan Bozgîr ji welatên rojava xwest ku operasyoneke hevbeş pêk bînin yan jî artêşa azad li turkiyê rahênan bibe û bê şandin ji bo şerê Daişa xwedî çekên nûjen”. Herwiha Volkan bersiva rexneyên nûnerên Ewropî da derbarî boçûnên tirkiya di dema sivîlên dorpêçkirî nêzî tûbûna mirinê dibin û got:”bi rastî hîç kesek naxwaze hêzên xwe bişîne meydanê û çavên tevan li Turkiyê ye û daxuyaniyên şermezarkirinê arastî wê dikin li ser ret kirina me şandina hêzên bejayî”, dazanîn ku her oparesoneyeke bejikî pêwîstiya wê bi biryarek ji Encûmena asayîşa navdewletî yan bi biryarekê ji Nato heye”. û ji aliyekî din sedema pêşketina Daiş ew bû” sistî û xemsariya civaka navdewletî û piştnegirtina artêşa azad û pêkneanîna pêngavên bilez li hember Daişê” û got ku “daiş tenê bi derbên hewayî yên hevpeymaniyê binbir nabe, û jinavbirina Daiş nayê bi wateya jinavbirina terorê, Daiş nexweşî ye û rêjîma Esed nexweşiya serekî ye, û ji bo çareserkirina ketwarê Sûriyê pêwîste hevpeymanî rêjîma Esed armanc bike”. û herwiha Elmislit pêdeçû û got ku:” sedema berbûna qiyrana mirovî ya Sûrî bi hemû pêkhatiyên xwe ve û di her navçeya sûriya de rastî tên, diveger bo nepiştgiriya dewlatan bo daxwaza Hevbendiyê ya berdewam bo piştgiriya artêşa azad wek hêzeke serbaziya miyanrê da bikare terora Esed û ya Daiş bihev re birûxîne. Hêje bêjin di dema ku hêzên navdewletî piştgiriya artêşa azad nakin, wek hêzeke leşkerî amadeye ji aliyê rahînanê ve şerekî bêhempa bi rêxistina Daiş re bike, nameze ku artêşa azad selmandiye ku tenha yekemîn hêze dikare Daiş biqewtîne, û di çend rojan de karî Daiş ji 14 navçeyên Sûriyê biqewtîne, di dema ku hevpeymaniyê bi hêza xwe ve heta niha nekariye tişta artêşa azad bidestxistî pêk bîne û berovajî vê yekê, ku lêqewmîna Kobanê rûda bi hebûna 40 dewletan li dijî Daişê”.
Jêder: Hevbendî + Elerebiya