(Hewlêr – Hevbendi – Hîwa can) devera kesnezan li hewlêrê kû jimara penaberan li wir gihaye 1518 malbatî , û piştî zehmetiya sal û nîvekî û bi alîkariya çend mamosteyan kû karîbûn dibistanekê li wê deverê ava bikin bi alîkariya Yûnîsêf , û tevî kû gelek astengî ji wan mamosteyan re çêbûn ta kû îsal dergehê dibistanê ji zarokan re vekirin. Lê gelek arîşeyên din ji vê dibistanê re derketin.
1- Dûrketina zêdey 900 zarokî ji xwendinê bi sedema biryara birêveberiya perwerdeya kurdistanê , û ew zarok ji pola 1 ta pola 9 ne.
2- Tunebûna av û elkitrîkê di hindirê dibistanê de , û ev tunebûna kû dihêle carina mamosteyên dibistanê avê ji zarokan re bikirin.
3- Tunebûna pirtûkên xwendinê û danîştokan tevî kû 140 danîştok ji wan re divê jibo 391 xwendevanî , û ev sedem dihêla zarok di vê sermê de li ser erdê rûnên û xwendina xwe berdewm bikin.
4- Kêmbûna kadroyên mamosteyan tevî kû xwendin di maweya sibehê tenê de ye , û piştî nîro dibistan vala ye tevî wekû me go jimarek mezin bê xwendin mane.
5- Polên dibistanê 7 in , û 391 zarok li ser wan pûla belavkirî ne, tevî vê yekê tu peywan li ber dergehê dibistanê tune ye û ne kes heye jibo paqij kirina dibistanê.
Bi sedema van arîşeyan zarokên dibistana Dîrok nexweş ketine ji ber tiştek ji bo daniştinê li dibistanê tune ye û li ser erdê xwendina xwe berdewam dikin. mamoste Şahîn ji malpera mere ev tişt tekez kir , Şahîn ji wan xortên kû tu buhayî li hember karê kû dikin nastînin, û bi serde ji bêrîka xwe pêdiviyên zaroka bi cî tînin , û di riya malpera mere Şahîn û zarokên dibistana Dîrok bang li hevbendiya niştîmanî ya sûrî û Hikûmeta Herêma kurdistanê û rêxistinên navdewletî dikin, kû bi erkê xwe ji bo zarokên penaberên sûrî di dibistana Dîrok de ya li devera kesnezan rabin.