Artêşa Azad baregehên hêza Esed li eniya Hindirat li gundewarê Helebê gulebaran kir, li gor hin ragihandinên fermî yên duhî ji aliyê Hevbendiya Niştimanî hatin desrxistin ku armanca wê hêzê bihêzkirina yekîneyên serbazî yên Esed li Elnibil û Elzehra ye. Herwiha hêzên Esed li beramber serketinên artêşa Azad û wek bersivdanekê li ser qehremaniya artêşa Azad, hin taxên akincîdar li taxa avahiyên Henano û Kefr Hemra û Navçeya Elmelah armanc kirine. Têzanîn ku Nesir Elherîrî sekertêrê giştiyê Hevbendiya Niştimanî, hişyarî dabû civaka navdewletî ji xemsariya piştgiriya artêşa Azad di dijberiya hêzên rêjîmê û rêxistina Daiş de li gundewarê bakurê Helebê, piştî kontrolkirina hêzên Esed bi palpiştiya Mêlîşeyên tayifeperest li ser gundê Elcibêla û kargeha çîmetoyê û Kargeha caman li nêzîk girtîgeha Helebê ya navendî, ku sekertêrê giştî metirsiya kontrolkirina van taxan vegerand:” ji ber ku dibe riya pêgihandina hêzên Esed ji baregehê xwe bo girtîgeha navendî, û bo herdu gundên Hindirat û Sîfat yên li jêr kontrola hêzên Esed, tevlî ku wê bi dûriya 6 km be ji serbazgehên xwe yên li Nibl û Elzehra”. Dîsa Elherîrî got ku:” armanca rêjîma Esed ji vî şerî ew e gihiştina serbazgehên xwe yên dorpêçkirî li herdu bajarokên Nibl û Elzehra ku bihezaran şebîha û hêzên Esed di wan de hene, û derbasbûna rêjîma Esed bo wan herdu bajarokan tê bi wateya ku wê rêjîm dorpêçkirineke berovajî bêxe li ser bajarê Helebê û li ser navçeyên artêşa Azad”. Herwiha Elherîrî sersûmaniya xwe diyar kir li hember “hewlên hevpeymaniya navdewletî bo derbaskirina hin hêzên nesûrî di destêwerdana bejayî di Sûriya de hevdem bi piştgiriya artêşa Azad di rûbirûbûna du dijminên hov de, rêjîma Esed û rêxistina Daiş”. herwiha li bîr anî ku artêşa Azad di maweyekî kurt de karî ” Daiş ji gundewarê Idlib û bajarê Helebê di destpêka vê salê de biqewtîne”. Ji aliyê xwe ve Elherîrî bangewaziya da ” tabûrên artêşa Azad yên li bakur Sûriya ku bihawara artêşa azad ve biçin bo gundewarê bakurê bajarê Helebê ku şerên dijwar diqewimin di navbera artêşa Azad û hêzên Esed û Mêlîşeyên îranî û yên Hizbulah de”, û hevpeymaniya navdewletî xwest ku:” piştgiriya bilez bidin artêşa Azad li gundewarê bakur ji tirsa kentia wê di destê Esed yan Daiş de, ku artêşa azad li wir ketiya di navbera çakûçê Daiş û demirê Esed de”.
Jêder: Hevbendî