Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nesir Elherîrî salixa kuştarên Rêjîmê li Nesîb û Cîza li Der’ayê û Bajarên Sûrî yên din da ko ew “hevrikî bi dewletên Hevpeyman re ye, û binpêkirina yasayên Navdewletî û peymanên mafên mirovan e.”
Ev gotin kir piştî ko firokên Esed bêtir ji 22 sivîlî di êrîşên asmanî yên ko li ser taxên Nesîb kuştin.
Herweha Elhrîrî got:”Ev êrîşên asmanî li ser sivîlan, bersiv li ser serkeftinên Artêşa Sûrî ya Azad in, çimkî dest danî ser çend Rêbendên istiratîcî di şerê li Der’a yê ku navê “Ehil El’ezim” lê kirin,
Û Rêbenda “Um Elmeyazin” li Herêmê yek ji girintirîn Rêbendên Leşkerî yên istiratîcî bû.”
Emîndarê giştî dît ko “Ev şêwekirdeyên hêzên Esed rastiya Civaka Navdewletî di şerê tirorê de têxe ber ezmûneyeke yasayî û mirovî”, û destnîşan kir ko”daxwzên me berdewam in, ku divê ev kuştarên di dermafê sivîlan de rawestin, û Hevpeyman berpirsiyariya xwe beraber yasayê hilgire,
Ev ne ji bo alîkarîxwestinê ye, belê erkekî yasayî û sincî ye, û çi derengî û kêmasî di rawestandina kuştina ko Esed dike, û Civaka Navdewletî li himber bêdeng e, em dibînin ew bi xwe beşdarî di kuştinê de ye, û binpêkirineke aşkere ji pîroziya yasaya Navdewletî û mafê mirovan re ye.
Kuştarên ko Esed bi serê xelkên Cîze û Nesîb tîne, ew bersiveke li ser têkçûna Hêzên Esed û Çeteyên Hizbullah li himber hêzên Artêşa Azad li Til Elhara, ko Esed ew wek Rêbend û bingeheke leşkerî girtibû, ji wê derê bi hezaran Zarok û Jin û Xort dikuştin.
Ev Firokên ko destên noker û lerzok wan dajon, yên ko bi dehên Bermîlên teqîner bi ser xelkên Der’a de dibarînin, viyana Der’a ya azad naşikînin ew pêşîntirîn xelkên Sûrî yên rûxandina Esed û Çeteyên wî xwestin.”
Jêder: Hevbendî