Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit daxwaz ji hêzên hevpeymaniya navdewletî kir ji bo ” standina pêngavin bilez bo ruhakirina Helebê ji dorpêçkirinê û neketina wê di dest hêzên Esed de, û her xemsariyek ji aliyê hevpeymaniyê di parastina sivîlan û jinavbirina terorê de bi hemû şêweyên wê, wê baweriya gelê sûrî bi hevpeymaniyê jidest bide”. û Elmislit di daxuyaniya xwe de hişyarî da hevpeymaniyê ku ” çi kêmasî di piştgiriya artêşa Azad de di dijberiya terora Esed û Daiş de, piştgiriyek yekser e bo terorê û berovajî armancên stratijiyê hevpeymaniyê ye, ku jinavbirina terorê sereketirîn armanca wê ye, lewra ku pîştgiriya terorê netenê bi piştgiriya terorîsta ye, herwiha dibe bi piştnegirtina dijberên terorê jî be, û hemû dizanin ku atêşa azad bitenê dikare Daiş jinav bibe û li hember hemû şêweyên terorê raweste”. û Elmislit dazanîn ku:” paşketina Hevpeymaniya navdewletî xwe kiriye têde ji encama şaşiya danûstandina wê bi ketwarê Sûrî re ye, û piştguhxistina terora Esed û nebûna stratijiyeke diyar li rex Hevpeymaniyê di dijberiya terorê de”. Têzanîn ku Nesir Elherîrî sekertêrê giştiyê Hevbendiya Niştimanî, hişyarî dabû civaka navdewletî ji xemsariya piştgiriya artêşa Azad di dijberiya hêzên rêjîmê û rêxistina Daiş de li gundewarê bakurê Helebê, piştî kontrolkirina hêzên Esed bi palpiştiya Mêlîşeyên tayifeperest li ser gundê Elcibêla û kargeha çîmetoyê û Kargeha caman li nêzîk girtîgeha Helebê ya navendî, ku Sekertêrê Giştî sedema metirsiya kontrolkirina van taxan weha dît:” ji ber ku dibe riya pêgihandina hêzên Esed ji baregehê xwe bo girtîgeha navendî, û bo herdu gundên Hindirat û Sîfat yên li jêr kontrola hêzên Esed, tevlî ku wê bi dûriya 6 km be ji serbazgehên xwe yên li Nibl û Elzehra”. Dîsa Elherîrî got ku:” armanca rêjîma Esed ji vî şerî ew e gihiştina serbazgehên xwe yên dorpêçkirî li herdu bajarokên Nibl û Elzehra ku bihezaran şebîha û hêzên Esed di wan de hene, û derbasbûna rêjîma Esed bo wan herdu bajarokan tê bi wateya ku wê rêjîm dorpêçkirineke berovajî bêxe li ser bajarê Helebê û li ser navçeyên artêşa Azad”. Herwiha Elherîrî matmayîna xwe diyar kir li hember “hewlên hevpeymaniya navdewletî bo derbaskirina hin hêzên nesûrî di destêwerdana bejayî di Sûriya de di dema ku piştgiriya artêşa Azad nake di rûbirûbûna du dijminên hov de, rêjîma Esed û rêxistina Daiş”.
Jêder: Hevbendî