Hevbendiya Niştimanî Sûrî kuştara nû ku rejîma Esed li parêzgeha Der´a di riya bumbebaranekê ji balefirên cengê li ser bajarokê Nesîb li ser sînorê Urdinê bikar anî û di encamê de 22kes pirê wan ji zarokan e şehîd ketin şermezar kir.
Ev yek di daxuyanaiya Razgirê Giştî Nesr Elherîrî de hat yê ku ev kiryar wisa salix da: ” Kiryareke newêrek e, ji bo veşartina rewşa têkçûyî ya serbazên rêjîmê tê de ne bikar hatiye, rewşa van serbazan jî ji ber serkeftinên ku Artêşa Azad li parêzgeha Der´a bidest xistine, serkeftina dawî rizgarkirina bajarokê ” Til Elhara” û rêbenda ” Um Elmeyazîn” bû, ew jî di nav şerê ku şoreşgeran vê dawiyê di bin navê “Ehil El´ezim” ragihandin, û armanca wî standina hejmarek ji wargehên rêjîmê Başûrî parêzgeha Der´a bû”.
Hevbendiyê Hevpeymaniya Navdewletî di derbarê berdewamkirina çavgirtina li ser tawanên ku rejîma Esed li pêş çavê cihanê pêk tîne hişiyar kir” û ji wan xwest:” Operasyonên leşkerî bi ser rejîma Esed û “Daiş” bibin, ji ber tirora rêbazkirî ku Esed derheqê sivîlan de bikar tîne, û mijûlbûna herêmê bi helmeta li ser “Daiş” ne kêmî kiryarên Daiş in “.
Jêder: Hevbendî