Duh, Wezareta Pevgihandin û Veguheztin û Pîşesaziyê di Hikûmeta Sûrî a Demkî de, pirojeya ” HEWANÊT ” ragihand, ew bi xwe pirojeyek bo veguheztina zaniyariyên iliktronî yên hikûmî, û xizmetên enternêtî bo deverên derveyî desthilatiya rejîma Esed bi lezgîniyek bilind, ji bo pêkanîna pêdiviyek mirovî ji bo xelkên wê deverê.
Armanca pirojeyê xizmeta hewcedariya mirovahî ye di riya amadekirina alavên peywendiyê li wan deveran, herweha amadekirina binyadekê bo pirojeyin paşerojî, mîna girêdana navendên telefonan û toreyên peywendiyên Xelewî, û misogirkirina peywendiyên derveyî di riya pirotokolên “VOIP”.
Hemû beşên Hikûmeta Sûrî Ya Demkî ên li wir kar dikin mîna rêvebirî, nivîsgeh, encumenên xwecihî, hemû desteyên hawarçûnê, nojdarî, ragihandin, serjimêr, û yên sînorî mîna alîyine giştî, herweha pêşkêşerên xizmetên enternêtê, xwendevan, û hemû welatî mîna alîyine taybet wê sûdê ji vê pirojeyê wergirin.
Wek qonaxa destpêkî, wê xizmetên vê pirojeyê bigihên hemû deveran li bajarê Helebê, û bi xurtiyek di navbera 1-4 Mêga Bt di çirkeyê de, bi çakî û lezek bilind û barkirineke vekirî.
Jêder: Hikûmeta Demkî