Nesir Elherîrî Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî doz li birêz Ehmed Tu’ima yê damezirandina hikûmeta Demkî pê hatiye spartin kir ku ” Giring e Desthilata Demkî bilez bê damezirandin, bi pîvaninan ku şaşitiyên berê dubare nebin” di hevdîtina doh de, Elherîrî tekez kir ku” giringe lihevkirin çêbibe û Desthilateke lihevkirinê encam bide ”
Herweha doz li Desthilatê kir ko”Dezgehan biguhêzin Sûriyê û kar û projeyan li wir pêk bînin,” hevdîtin bi amadebûna Endamên Hevbendiyê bû û gotûbêj li ser giringtirîn şêwirdariyên ko Tu’ima kirine ji gava ko karê damezirandina Desthilatê bo wî hatiye spartin û heta nuha.
Ji aliyê xwe ve Ehmed Tu’ima tekez kir ko”ji gava ko damezirandina Desthilatê bo min hatiye spartin min danûstandinên xwe bi kesên ko bi mijarê ve girêdayî ne kirin û bêtir got: Hevbendiyê mehek da min û ezê bizava pêkanîna wê di wê demê de bikim û bê guman di yekem civîna Hevbendiyê de ya ji bo bawerdanê ez ê şêweyê hikûmetê pêşkêş bikim.”
Herweha Hevbendiya Niştimanî Sûrî serkeftina berbijêr Ehmed Tu’ima di 14 vê mehê de di hilbijartinên ko Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî çê kirin ragihandibû, û wî 63 deng beraber dengekî ji berbijêrê din Yasîn Necar re anîn, hêjayî gotinê ye tevaya dengan 65 deng bûn.
Jêder: Hevbendî