Jinên Gundewarê Helebê yê Bakur duh Di îna ku çalakvanan navê” Hevbendî Bazirganiyê Bi Kobanî Dike” lê kirin, ji bo şermezarkirirna kuştarên hêzên Esed ku li deverê zêde dibin, û herweha şermezarkirina paşguhkirina hêzên Hevpeymaniyê ji piştgiriya şoreşger û Artêşa Azad re derketin xwepêşandanekê li bajarê Endan.
Jinên azad yên bajarê Endan daxwaza yekîtiya yekîneyên leşkerî dijî hêzên Esed kirin, û bangek li ciwanên Sûrî yên derveyî welat bo tevlî refên şoreşgeran bibin şandin.
Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nesr Elherîrî han dabû yekîneyên Artêşa Azad yên li Bakurê Sûrî bo berê xwe bidin Gundewarê Bakurê Helebê ji ber şerên dijwar ku li wir di navbera Artêşa Azad û hêzên Esed de bi piştgiriya milîşiyên Îranî û milîşiyên Hizbillah diqewimin.
Herîrî ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî xwest ” Piştgiriyek bilez ji hêzên Artêşa Azad re li Gundewarê Bakur bike, ji ber mtirsiya ku Esed yan ” Daiş” dest deynin ser, di wê demê de hêzên Artêşa Azad dikevin navbera du agiran, yê” Daiş” û Esed” de.
Jêder: Hevbendî – Şehbapress