(Hewlêr – Hevbendî – Hîwa Can) Di sala 2013an de 4 dibistan bi zimanê Erebî li parêzgeha Hewlêrê hebûn û belavkirî bûn li nêv taxên bajêr, û bi sedema wê gelek penaberan nikarîbûn zarokên xwe bişînin wan dibistanan ji ber ku buhayaê kirêya tirmbêl û kosteran giran bû ji wan re. bi alîkariya çend mamosteyên kurd yên sûrî karîbûn dibistanekê li Hewlêra nû vekin û zarokên penaberan xwendin bidin . lê arîşeya xwendinê bi dawî nebû. Îsal li navçeya Kesnezan dibistanek nû vebû ji penaberan re, lê bi sedema mercên wîzareta perwerdeyê astengî çêbûn, û yek ji wan mercan kêmkirin û guvaştina jimara zarokên hatine tomarkirin bû ku ji 900 zarokî daxistin ta 230 zarokî tenê. Bi vî awayî dîsa wê beşek mezin ji zarokên sûrî bê xwendin bimînin , ev ji alîkî , û ji aliyekî din, gava penaber berê zarokên xwe didin dibistana Erebî ew jî ji ber ku xwendina zarokên wan li sûrî ji pola yekê heta pola 12 bi zimanê Erebî bû , lê hikûmeta herêmê ev bû bêhtir ji du salan derfetê bêhtir dide zarokên parêzgehên Îraqê yên ku reviyane û hatine herêmê, û ji ber vê yekê îsal hikîûmeta herêmê rêbaza Erebî ya Hevbendiya Naşyîmanî Ya Sûrî jî sekinand û biryarek fermî derxist ku xwendin di dibistanên Erebî de li herêmê wê bi rêbaza Erebî ya Îraqê be, tevî ku desthilata Belcîka di sala 2013an de rêbaza Hevbendiya Niştîmanî Ya Sûrî çap kir û li gelek kampan belav kir.
Pirsa ku gelek penaber dipirsin : Gelo,wê îsal jî zarokên me bê xwendin bimînin ?