Seroka mekanîzma bêalî û serbixwe ya lêkolînê, Catherine Marche Ural, 700 hezar belge li ser tawanên şer li Sûriyê her ji destpêka şoreşa Sûriyê ve eşkere kirin, piştî çend rojan ji komkujiya nû ya li dijî sivîlên Dûma bi çekên kêmyayî ji aliyê rijêma Esed.
Marche Ural, di civîneke nefermî ya NY de, amadehiya mekanîzma bêalî û serbixwe nîşan da li hember karkirina bilez ji bo bidestxistina belgeyên zêdetir li ser tawanên şer yên hatine pêkanîn li dijî sivîlên Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, rijêma Esed bi encamdana tawanên şer ên berfereh li Sûriyê gunehbar kiribû, û her weha bi kuştina zêdetir ji nîv milyon kesî bi rêka bikaranîna çekên neqedexekirî û yên qedexekirî û dorpêçkirina bajar û bajarokan û birçîkirina sivîlan, zêdebarî revendin û binçavkirina bi dehên hezaran û koçberkirina bi milyonan kes bo derveyî welat.
Balyoza Qeterê li NY, A’liya Alsanî gotibû ku Qeter kar dike ji bo bidestxistina encamên piratîk ji bo parastina gelê Sûriyê ji tawanên şer yên zêdetir.
Hêjayê gotinê ye ku sikirtêrê giştî yê NY, Antonio Guterres, daxwaza raguhestina fayilê Sûriyê bo dadgdha tawanên navdewletî kiribû, lê ev daxwaz nehat bicihkirin ji ber vîtoya Rûsiya ya yekem palpiştê rijêma Esed, ku wê 12 caran vîto li dijî tewanbarkirina Rijêmê li konseya ewkekariyê bikar aniye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat