Rêjîma Esed dest bi operasiyonên koçkirina kotekî yên nû derheqê sivîlên bajarê Dumêr li gundewarê Şamê kiriye, bi mebesta berdewamkirina guhertina dîmugrafî, û Hevbendiya Niştimanî dibîne ko ev kar xizmeta Îranê dike.
Çalakvanan anîn ziman ko wan li ser derketina ji malên xwe erê kirine piştî ko gef ji hêla Rûsya û rêjîmê li wan hatine xwarin ko wê mîna sînaryoya li Xûta rojhelat dijî wan pêk bînin, anko dê çekên sotandinê û fosforî yên qedexeya navdewletî bikar bînin û derfet heta roja yekşembê dane wan.
Rêjîmê berî kurtedemekê mezintirîn operasiyona koçkirina kotekî li Sûriyê derheqê niştecihên Xûta rojhelat yên ko hejmara wan 400hezar sivîl in pêk anî, û çekên qedexeya navdewletî bikar anîn, û dawî jî çekên kîmawî li bajarê Dûma di heftê vê nîsanê de bikar anîn.
Berî operasiyona koçkirina kotekî, tang û top û alavên leşkerî yên rêjîmê û Rûsya li derdora bajarê Dumêr belav kirin, di heman dema firîna firokên cengê li ser bajêr, û di pey re serokê komîta danûstandinan li hindirê bajêr kuştin, û niştecihan ev mijar wek fişar dîtin ji bo erêkirina mercên Mosko.
Seroka komîta vekolînê ya bêlayen û serbixwe Katrîn Marşiyawêl, pêr diyar kir ko 700 hezar belgehên tawankariyên cengê yên ji destpêka şoreşê ve li Sûriyê bûne hene, di rûniştina nefermî ya Komelgeha giştî ya Netewên Yekgirtî de, Marşiyawêl anî ziman ko ew ji bo karekî lezgîn derbarê bidestxistina belgehên bêtir yên ko tawankariyên cengê yên derheqê sivîlên Sûriyê de bûne piştrast dikin amade ne.
Rêjîm wek berpirsa yekem di ber tawankariyên cengê de li Sûriyê tê dîtin, û Hevbendiya Niştimanî daxwaz kir ko dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve bête rêkirin, û hemû berpirsiyarên wan tawankariyan bêne dadgehkirin, û çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê bête dîtin, û desteyeke desthilatdariya veguhêz bi hemû karûbarên cîbicîkirinê bête damezirandin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî